Konferansa Weqfa Jina Azad bi hilbijartina Rêveberiyên nû girtina biryaran bi dawî bû

Duh li bajarê Qamişlo “Konferansa Yekemîn a Weqfa Jina Azad” pêk hat. Konferans bi hilbijartina Rêveberên nû û girtina biryaran bi dawî bû.

Biriyarên ku di konferansê de hatin girtin ev in:

Ji bo piştevanî û parastina jinan navendên perwerdê, parastinê werin vekirin.

Perwerdeyê mûzik, stran, wênkêş û hwd ji bo jinan werin vekirin.

Ji bo zarokan di werzê havînî de wargeh werin vekirin.

Bi navê Arî parkek were vekirin.

Ji bo zarokên ”Keskesora Alan” navendên taybet ên wergerkirinê werin vekirin.

Hemû Weqfên Jin ên Rojhilata Navîn dikarin werin gel hev.

Kampanya perwerdeyê weke werş, civîn û semîner were destpêkirin.

Rêbazên perwerdekirina zarokan werin pêşxistin.

Ji bo xizantiyê werşên pişeyî di aliyê madî û manawî de werin pêşxistin, beşek ji darayî ji wan re were veqetandin.

Bi rêya perwerdekirina civakê li ser demokrasiyê zihniyeta baviksalarî were tune kirin.

Back to top button