Cenazeyê Deniz Poyraz ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin

Duh nijadperestekî Tirk ku desthilata AKP’ê piştgiriya wan dike êrîşa çekdarî bir ser avahiya HDP’ê ya li bajarê Îzmirê a Tirkiyê. Di encama êrîşê de xebatkara HDP’ê Deniz Poyraz hat qetilkirin. Cenazeyê Deniz Poyraz îro ji aliyê bi hezaran kesî ve bi dirûşmeyên, “Deniz namirin, HDP gel e, gel li vir e” hat oxirkirin.

Xebatkara HDP’ê Deniz Poyraz di encama êrîşa duh a li ser avahiya HDP’ê ya li bajarê Izmirê a Tirkiyê hat qetilkirin.

Îro ji bo oxirkirina cenazeyê Deniz Poyraz li Mizgefta Qedîfeqaleyê merasîmek hat lidarxistin. Bi hezaran kes tevlî merasîma oxirkirina cenaze bûn.

Her wiha Hevserokên Giştî, parlementer û nûnerên HDP’ê, malbata Deniz Poyraz û xizmên wan jî di merasîmê de amade bûn.

Dayîka Deniz Poyraz Fehîme Poyraz li ser darbesta keça xwe axivî û got,

“Denizek çû wê bi hezaran Deniz bên. Ez serbilindim ku dayîka Deniz im.”

Li vê derê bi hezaran kesî dirûşmeyên, “Deniz Poyraz Namire, HDP Gel e Gel li Vir e, avêtin.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di merasîmê de axivî û diyar kir Deniz bi zanebûn hat qetilkirin û got,

“Li pêş me nîzameke mafya, çete, diz û xwînê heye. Desthilat bi dijmintiya li dijî Kurdan xwe li pêya digire. Emê têkoşîna xwe bi bîryardarî dewam bikin. Deniz Poyraz yek ji sembolên herî bedew yê vê têkoşînê bû. Ti êrîşek nikare me rawestîne. Emê teqez bi ser bikevin.”

Piştî ku di merasîma oxirkirina cenaze de axaftin hatin kirin cenazeyê Deniz Poyraz bi dirûşme û tililiyan li goristana Buca Kaynaklar hat veşartin.

Back to top button