Biden û Erdogan li ser mayîna li balefirxaneya Kabûlê li hev kirin

Li Efxanistanê, di demeke ku DYA û NATO hêzên xwe vedikişîne, dewleta Tirk di mayîna li herêmê de bi israre.
Serokomarê Tirk Erdogan bi eşekere ji Amerîka daxwaz kir ku di berdêla pereyan de wê leşkerên wê li herêmê bibmîne.
Tevî hişyariyên Talîbanê, Enqere û Waşîngton li ser mayîna hêzên wan li welat lihev kirin.

Piştî şerekî dijwar yê nêzî 20 salan DYA û NATO dest bi vekişîna ji Efxanistanê kirin.

Vekişîna ku 1’ê Gulanê despê kirî wê 11’ê Îlonê bidawî bibe.

Lê tevî vekişîna hêzên NATO û DYA, dewleta Tirk çav berdaye herêmê û weke herêmên din yên dagirkiriye naxwaze ji Efxanistanê derbikeve.

Piştî vekişîna leşkerên NATO ji Efxansitanê, DYA û Tirkiye li hev kirin ku leşkerên wan li paytext Kabûlê bimênin.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya DYA Jake Sullivan li Koşka Spî bi daxuyaniyek çapemeniyê da.

Jake Sullivan keyfxweşiya xwe ya mayîna Tirkiyê li herêmê kir.

Sullivan got, Serokê DYE Joe Biden û Serokomarê Tirkiyê Erdogan di hevdîtina xwe ya dema Civîna Bilind a NATO’ê de li ser rewşa Efxanistnaê nîqaş kirin.

Rêveberiya Amerîka diyar kir ku Erdogan di hin mijaran de ji wan piştevanî xwestiye û Biden jî ragihandiye ku ew amade ye alîkariyê bike.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya DYA di heman demê de diyar kir ku ger plana wan ya bi Tirkiyê re têk biçe, ew dikare planên bilez amade bike ku şirketên ewlehiyê bikevin tevgerê.

Bi rêya peyaman Berdevkê Talîban Suhaîl Şaheen hefteyên derbasbûyî di dema bersivdayîna pirsên ajansa Reutersê de Tirkiye hişyar kiribû û gotibû:

Piştî 11’ê Îlonê her hêzek biyanî ya li welat bimêne wê bibe armanca êrişa hêzên me.

Almanya ku leşkerên xwe bilez ji herêmê vedikişîne, piştevaniya mayîna Enqerê ya li balefirgeha paytexta Efxanistan Kabûlê dike.

Ev yek Wezîra Parastinê ya Almanya Annegret-Kramp-Karrenbauer di serdana xwe ya doh li Tirkiyê de careke din anî ziman.

Back to top button