Şêxê Eşîra Fatimî Hecî Abdullah diyar kir ku li dijî dagirkeriyê wê heta dawî têbikoşin û li gel gerîlabin, ger PKK ser bikeve wê gelê kurd biserkeve.
Eşîra Fatimî ku li Rojava bi hezaran endamên xwe hene, hevkarî û êrîşên ji bo tunekirina Kurdan pêk tên şermezar kir.
Şêxê Eşîra Fatimî Hecî Abdullah diyar kir ku bi hinceta ‘Herêma Ewlehiyê’ 12 sal in rastî êrîşên dewleta Tirk tên û got:
“Armanca dewleta Tirk dagirkerî ye; Ne ewlehî ye. Dixwazin împaratoriya osmanî carekedin vegerînin.
Hecî Abdullah balkişand li ser hevkariya PDK’ê bi Tirkî re got: Dema em dîmenê Barzanî li gel Erdogan dibînin em hêrs dibin, bese ji xiyanetê re.
Abdullah li dijî xiyanet û êrişan jî bang li hemû partiyên kurdî kir ku bibin yek.
Hecî Abdullah di dawî de bang li hemû kurdan kir ku li dijî dagirkeriyê piştgiriyê bidin gerîla û şervanên azadiyê û got:
“Heta ku dilopek xwîna me ya dawîn mabe, em ê li gel gerîla bin. PKK bi ser bikeve, em ê jî bi ser bikevin.”