Penaberên siyasî yên Bakurê Kurdistanê li Silêmaniyê di roja 38’emîn a qetilkirina welatparêzê Kurd Mihemed Zekî Çelebî de, daxwaza eşkerekirina kujerên Mihemed Zekî Çelebî kirin.
Li ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê çalakî pêk hat .
Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên, “Şehîd namirin” û “Bimre xiyanet” berz kirin.
Di çalakiyê Endamê Komeleya Karkerên Mezopotamya Muslîm Kaplan axivî û got:
“Em daxwazê ji malbata Birêz Îbrahîm Ehmed û Mam Celal dikin ku weke du kesayetên xwedî helwest, me biparêze .
Û kujerên şehîd Zekî Çelebî eşkere bikin.”
Di 17’ê Gulanê de li kolana Bextiyarî ya Silêmaniyê du kesen MÎT’a Tirk êrişî welatparêzê Kurd û penaberê siyasî Mihemed Zekî Çelebî kirin û di êrişê de şehîd bû.