Rojnews: Kujerên Mihemed Zekî Çelebî revîne Hewlêrê

Li gorî ajansa Rojnewsê kujerên M. Zekî Çelebî revîne Hewlêrê û wêneyên wan jî hatin parvekirin.

Ajansa Rojnewsê ku nûçeya xwe dispêre çavkaniyeke pê bawer derbarê kujerên Zekî Çelebî de agahiyekî girîng parve kir.

Di nûçeyê de tê gotin, kujerên Çelebî revîne bajarê Hewlêrê ya di bin kontrola PDK’ê de.

Derbarê xwe spartina kujeran ji bo Hewlêrê jî wiha tê gotin:

“Reva van kujeran a ji bo Hewlêrê nîşan dide ku êrîşa dijî Çelebî bi hevkariya MİT’a Tirk û îstîxbarata PDK’ê ya bi navê Parastin pêkhatiye.”

Her wiha 3 wêneyên kujeran jî hatine parvekirin.

Dr.Yûsif Mihemed: Bi qetilkirina Çelebî Silêmanî hatiye hedef girtin

Li aliyê din Serokê dema berê yê Parlementoya Başûrê Kurdistanê Dr. Yûsif Mihemed êrîşa dijî Mihemed Zekî Çelebî weke kiryareke terorîstî bi nav kir.

Dr. Yûsif Mihemed got: “Desthilata Silêmaniyê di ber peydakirin, dadgehkirin û cezakirina kujerên Mihemed Zekî Çelebî de berpirsyarin.

Heya ew neyên cezakirin, wê aramî neyê Silêmaniyê, ji ber di şexsê wî de êrîşê nasnameya Silêmaniyê hatiye kirin.”

Back to top button