Li Şirnexê bi deh hezaran donim daristan bûne xwelî

Dewleta Tirk tevî êrîşên xwe yên dagirkerinê wêrankirin û şewitandina xwezaya Kurdistanê jî didomîne.
Li Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê leşkerên Tirk agir bi daristanê xist û cerdevan jî daran dibirin.

Li herêma Bestayê ya ku navbera Şirnex û Sêrtê ye, di 12’ê tîrmehê de agir bi daristanê hatibû xistin û şewata li qadê didome.

Li vê qada ku leşkerên Tirk operasyon dane destpêkirin, şewat nayê vemirandin.

Şewat çend roj berê li ber vemirînê bû lê helîkopteran gule reşand û şewatê dîsa destpê kir.

Şewat ji Şirnexê heta Sêrtê ber bi Çiyayê Herekolê ve didome.

Ji ber agirê ku artêşa Tirk bi qadan dixin heta niha bi deh hezaran donim daristan bûne xwelî.

Li herêmê cerdevan darên sedsalî jî dibirin, li kamyonan bar dikin û difiroşin.

Ji bo projeya rêya Şirnex-Wanê ya ku ji Bestayê derbas dibe, heta niha bi deh hezaran dar hatine birîn.

Back to top button