Michel: Em dixwazin bibin “hevparê çalak” yê Ermenîstanê

Serokê Konseya Yekîtiya Ewropî (YE) Charles Michel, diyar kir ku ew dixwazin bibin ‘hevparê çalak’ ê Ermenistanê.

Charles Michel di serdana xwe ya li Êrîvanê de, li gel Serokwezîrê Ermenîstan Nîkol Paşînyan civiya.

Piştî civîna li çapemeniyê girîtî Michel û Paşînyan derketin pêşberî çapemeniyê û axivîn.

Michel têkiliyên di navbera YE û Ermenistanê de nirxand û wiha got,

“YE dixwaze bibe hevparekî dilsoz, dilxwaz, çalak ji bo dabînkirina dewlemendî, aramî û ewlehiya Ermenistanê.”

Serokê Konseya YE destnîşan kir ew plan dikin 2 milyar 600 milyon euro ji Ermenistanê re veqetînin û teqez kir ku ev çavkanî wê ji bo avahîsazî, jîngeh û xebatên civakî werin bikaranîn.

Michel têkildarî pirsgirêka sînorê Azerbaycan-Ermenistanê diyar kir ku ji bo çareseriya vê pirsgirêkê pêwiste herdu alî hêzên xwe yên leşkerî bi paşde bikişînin.

Paşînyan jî careke din qala xurtkirina têkliyên xwe yên bi welatên YE re kir.

Back to top button