Li Silêmaniyê Mihemed Zekî Çelebî hate gulebarankirin û bi giranî birîndar bû

Li Silêmaniyê welatiyê Bakurê Kurdistanê Mihemed Zekî Çelebî hate gulebarankirin û bi giranî birîndar bû Li Dihokê jî êrişa çekdarî li dijî welatiyek ji Bakurê Kurdistanê pêk hat. Derbarê êrişan de Serokê Komeleya Karkerên Mezopotamya Muslîm Kaplan daxuyanî da û xwest bûyer bê eşkere kirin û banga parastina welatiyên Bakur ên li Başûr kir.

Li Kolana Bextiyarî ya Silêmaniyê welatiyê Bakurê Kurdistanê yê xwediyê Xwaringeha Deniz, Mihemed Zekî Çelebî derengiya şeva borî li ber xwaringeha xwe hate gulebarankirin.

Piştî gulebarankirinê Çelebî ku birîndar bû rakirin nexweşxaneyê.

Bijîşkan ragihand ku guleyek li singê wî ketiye, lê piştre derkete holê ku guleyek din li ber dilê wî ji ketiye.

Mihemed Zekî Çelebî hate emeliyatkirin, lê heta niha jî nehatiye ser hişê xwe.

Heya niha jî tendûristiya wî di bin xeteriyê de ye.

Hat diyar kirin, 2 kesên ku li ser matorsiklêtê bûne bi demanceyê Çelebî gulebaran kirine.

Komeleya karkerên Mezopotamyayê: Em bang li YNK’ê dikin ku pêşiya êrişên li ser welatiyên Bakur bigire

Serokê Komeleya Karkerên Mezopotamya Muslîm Kaplan li ber Nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê têkildarî êrişa li ser Mihemed Zekî Çelebî daxuyanî da.

Muslîm Kaplan diyar kir ku êrişa li dijî Mihemed Zekî Çelebî terorîstiye û mîna wan êrişên berê li dijî welatiyên Bakurê Kurdistanê pêk hatiye.

Kaplan anî ziman ev ne cara yekeme bûyerên wiha rû didin û destnîşan kir divê hêzên ewlehiyê bûyerê ji raya giştî re eşkere bikin.

Muslîm Kaplan bang li asayîşa Silêmaniyê û YNK’ê kir ku pêşiya van êrişan bigirin.

Li Dihokê jî li dijî welatiyekî ji Bakur hisên turelî êrişeke çekdarî pêk hat

Hate ragihandin li Dihokê jî welatiyekî ji Bakurê Kurdistanê Hisên Tureli beriya sê rojan rastî êrîşa çekdarî hatiye.

Hisên Tureli ji êrişê bi birîndarî difilite.

Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê diyarkirin ew hewl didin bûyerê zelal bikin û li gorî wê agahiyê bi raya giştî re parve bikin.

Back to top button