Jîngehparêzên Silêmaniyê: Divê Iraq xwedî helwest be

Jîngehparêzên Silêmaniyê bang Iraqê kirin ku li hember bikaranîna çekên Kîmyewî xwedî helwest be.

Ji 15’ê Nîsanê heta 15’ê Hezîranê Tirkiyê 779 caran çekên kîmyawî li dijî gerîla bi kar aniye.

Pispora jingehê û Mamosteya Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Rêzan Omer derbarê mijarê de got:

Di pêşerojê de, wê bandoriya van çekan li ser me û neviyên me bike.

Bandorî li ser ajal, dar û di rêza yekem de mirovan heye.”

Endamê Rêxistina Jîngeh Dost, Hejar Abdullah jî got: ”Çekên Kîmyewî bandorek xirab bi xwe re tîne.

Tirkiyê jî wê ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê bi kar tîne.”

Her wiha aktîvîstê Jîngehê Mihemed Menuçer dibêje: ”Ev êriş binpêkirina serweriya Iraqê ye.

Divê dewleta Iraqê, xwedî helwest be.”

Back to top button