Eniya Demokratîk a Gel kngreya xwe li dar xist

Eniya Demokratîk a Gel li Bexdayê a Iraqê kongreya xwe lidar xist. Nav weke “Eniya Têkoşîna Demokratîk” hat guhertin. Aram Îbrahîm Kerkûkî jî weke serokê eniyê hate hilbijartin.

Eniya Têkoşîna Demokratîk kongreya xwe di 31’ê Adarê de li Kerkûkê, bi amadebûna nûnerên eniyê yên li hemû parzgehên Îraqê, bi dirûşmeya “Hevjiyaneke aştiyane di navbera hemû pêkhateyên Îraqê de”, û di bin çavdêriya Komîseriya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan û Daîreya Karûbarên Partiyên Siyasî û Rêxistinan, li dar xist.

Aram Îbrahîm Kerkûkî di civîna çapameniyê de encamên kongreyê eşkere kir.

Aram Îbrahîm diyar kir ku bernameya siyasî ya Eniya Têkoşîna Demokratîk nexşeriyek e ku dikare Iraqê ji rewşa parçebûna siyasî derxîne.

Eniya Demokratîk a Gel di 1’ê Îlona 2016’an de li Kerkûkê hate damezrandin û di 10’ê Çileya 2021’an de li Komîsyona Partiyan fermiyeta xwe wergirt.

Back to top button