Şandeya Aştî û Azadî serdana navçeya Derbendîxan a Silêmaniyê kir

Xebat û çalakiyên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê her diçe zêde dibin.
Şandeya Aştî û Azadî ya Navneteweyî bi armanca avabûna eniyeke li dijî êrîşên dewleta Tirk serdanên xwe li Başûrê Kurdistanê didomîne.
Civaka Îslamî ya Kurdistanê ya şaxa Wargeha Mexmûrê jî bang li hemû oldar û kesayetên demokratîk kir ku dijî dagirkeriyê xwedî helwest bin.
Her wiha Kurdên li Rûsyayê jî bang li gelê Kurd kir piştgiriyê bidin berxwedana gerîla.

Li başûrê Kurdistanê nerazîbûn û çalakiyên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker zêde dibin.

Li dijî dargirkeriya Tirk, Şandeya Aştî û Azadî ya Navneteweyî tevgera xwe li Başûrê Kurdistanê didomîne.

Şandeyê serdana navçeya Derbendîxan ya Silêmaniyê kir û bi rêxistinên civaka sivîl û nûnerên partiyan re civiya.

Endamê KNK’ê Dr. Hekîm û Midûrê Çanda Nahiyê Heme Salih pêşwazî li şandeyê kir.

Endamê KNK’ê Dr. Hekîm got ku şansek e ku êrîşên dagirker werin dîtin û bi cîhanê re werin parvekirin.

Şandeyê bi Rêxistina Sirûşta Kurdistanê re hevdîtinek kir.

Rêxistina Sirûştê jî rapora ku hezîranê amade kirî par ve kir.

Li gorî raporê di bomberana dewleta Tirk de 7 hezar donim zeviyên çandiniyê şewitî ne.

Di raporê bang li wan welatên ku bi artêşa Tirkiyê re hevkariyê dikin hat kirin ku, dawî li hevkariya xwe bînin.

Serokê Komeleya Kurdistan ya Sewz Serwer Qeredaxî Aktivîstê jîngehê Karwan Fayeq axivîn û berteka xwe dijî dagirkeirya Tirkiyê anîn ziman û û gotin ku wan ji şandeyê xwest ku daxwazên wan bigihînin navendên navnetewî.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê ya şaxê Mexmûrê banga helwest nîşandanê kir

Civaka Îslamî ya Kurdistanê ya şaxa Wargeha Mexmûrê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk yên li ser wargeh û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê bang li hemû oldar û kesayetên demokratîk kir ku dijî dagirkeriya dewleta Tirk xwedî helwest bin.

Pêşmergeyê Dêrîn: Divê em li ber dagirkeriya Tirk rabin

Pêşmergeyê Dêrîn Ebdullah Hemed jî da zanîn astengiya herî mezin li pêş dagirkerî û ji nûve zindîkirina xewna dewleta Osmanî, PKK û gerîlane û got, “Pêwîste bêdeng nebîn û li dijî dagirkeriya Tirk rabîn.”

Kurdên li Rûsyayê bang li gelê Kurd kir ku yekîtiya xwe çêbike

Kurdistaniyên li gundê Kîmonîno yê navçeya Dergeçî ya herêma Satarov a Rûsyayê dijîn, bi daxuyaniyekê êrîşên Tirkiyê ser xaka Başûr şermezar kirin.

Bang li gelê Kurd jî hat kirin ku yekîtiya xwe çêbike û destekê bide gerîla.

Back to top button