Hedefgirtina sazî û kadroyên perwerdeyê yên herêmê bi daxuyaniyên cuda li herêma Firat û Cizîrê hat şermezarkirin.
Doh li bajarê Qamişlo li taxa Quwetlî erebeya Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê teqiya.
Di hefteyên derbasbûyî de jî, dewleta Tirk a dagirker li gundewarê Kobanê saziyên perwedeyê hedef giritbûn.
Têkildarî hedefgirtina saziyên perwerdê, daxuyaniyên şermezarkirinê hatin dayîn…
Li herêma Firatê li pêşiya navenda desteyê daxuyanî hat dayîn.
Bi heman armancê, mamosta û xwendekarên navçeya Amûdê jî di daxuyanê de diyar kirin ku dagirkerî û xwefiroş bi her rengî dixwazin aramiya herêmê xira bikin.
Rêveberiya Dibistanan a navçeya Tirbespiyê jî bi daxuyaniyekê êrişên li ser sivîlan û saziyên fêrkirinê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de îşaret bi hevgirtina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin.
Her wiha hate destnîşankirin ku ev êriş bi armanca têkbirina proseya perwerde û fêrkirinê ya herêmê ye.
Bi heman armancê Rêveberiya Dibistanan a navçeya Til Birak jî daxuyanî da û tê de êrişên li ser herêmê bi taybet êrişên li ser zarok û dibistanan şermezarkirin.
Her wiha soza şopandina rêya şehîdan û pêkanîna armancên wan hat dayîn.
Li bajarokê Rimêlanê jî mamoste û xwendekarên dibistana amadeyî bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ya li dijî mamosteyan şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker êdî şerê zanist û pênûsa ku rastiya wê eşkere dikin, dike.
Her wiha bang li civata navneteweyî hat kirin ku êrişên li ser zarokan rawestînin.