Li Tirkiyê mûçeyê kêmtirîn bû 8500 TL

Li Tirkiyê kedxwarin, êdî bûye yek ji karê sereke yê rejîma AKP’ê.
Li Tirkiyê mûçeyê kêmtirîn yê karkeran hate diyarkin.
Di demekî ku sendîkayên aliyên dixebitin nehatin vexwendin de, rejîmê mûçe weke 8 hezar û 500 lîre diyar kirin.

Komîsyona Diyarkirina Mûçeyê Kêmtirîn, ji bo mûçeya kemane ya sala 2023’yan ku bi milyonan mirovan eleqedar dike civiya.

Civîn li koşka Serokê AKP’ê Recep Tayyip Erdogan a li Beştepeyê pêk hat.

Beriya civîn pêk were sendîkayên karkeran li ser diyarkirin mûçeyê dawî xwedî nêrînên cûda bûn.

Turk-Îş beşdarî civîna diyarkirina mûçeyê kêmtirîn nebû

Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirkiyeyê (Turk-Îş) vê carê di biryara xwe de îsrar kirin.

Serokê Turk-Îş ê Ergun Atalay piştî civîna Komîsyona Diyarkirina Mûçeyê Kêmtirîn a 20’ê Kanûnê daxuyaniyek dabû.

Atalya diyar kiribû ku pêşniyara wan a fermî 9 hezar lîre ye û eger ev hejmar neyê qebûlkirin ew ê xwe ji maseyê vekişînin.

Piştî vê daxuyaniyê Turk-Îş ji bo civîna îro nehat vexwendin.

Rejîma AKP’ê karkelran bi mirinê re rûbirû dihêle

Şefê rejîma AKP’ê Erdogan di civîna ku Wezîrê Ewlekariya Kar û Civakî Vedat Bîlgîn û Serokê Konfederasyona Sendîkayên Kardêrên Tirkiyeyê (TÎSK) Ozgur Burak Akkol jî amade bûn de, mûçeyê kêmtirîn aşkera kir.

Erdogan, di civîna ku aliyên dixebitin nehatin vexwendin de, mûçeyê kêmtirîn weke 8 hezar û 500 lîre diyar kir.

Civaka Tirkiyê ya ji ber polîtîkayên jihev ketî yên AKP’ê di nava hejariyê de ne, bertek nîşanî vê yekê da.

Her wiha partiyên mixalîf jî mûçeyê hatî diyarkirin, weke çavgirtina li mirina karkeran pênase kirin.

Back to top button