Kongreya Rêxistinên Civaka Sivîl bi dawî bû

Kongreya Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja xwe ya duyemîn de bi dawî bû.
Di Kongrayê de Meclisa Rêveber ya ji 15 endaman hat hilbijartin.

Duh Kongraya Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi amadebûna 200 delegeyên ji rêxistinên civaka sivîl, rêxistin û aliyên navneteweyî û rêxistinên din ên derve bi rêya Zoom beşdar bûn, li hola Zana ya li bajarê Qamişlo hate destpêkirin.

Meclisa rêveber a ji 15 endamên rêxistinan duh hate hilbijartin, bi şertê ku beşdarbûna jinan bi rêjeya ji sedî 50 be.

Ji bo karibin xwe bigihînin hemû civakên herêmî, kursî li gorî hejmara rêxistinên di nava hevbendiyê de ji her herêmekê hatin veqetandin.

Kursiyên meclisa rêveber li gorî van rêjeyan in:

“Dêrazor 4, Reqa 4, Cizîrê 4, Firat 3.”

Her wiha di roja duyemîn de kongre bi axaftina gerînendeyê projeyan ê Parograma “Wîam” Alan Hesaf dest pê kir.

Alan Hesaf diyar kir ku dê ev kongre bandoreke erênî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Pişt re, Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bi rêya dîmen beşdarî kongreyê bû û wiha axivî:

“Wekî ku me piştgiriya gelek çalakiyên civaka sivîl kiriye, em piştgiriyê didin projeyên we jî û em ê piştgiriya xebatên rêxistinên civaka sivîl dewam bikin.”

Mezlûm Ebdî diyar kir ku avakirina civaka sivîl a demokratîk, têkoşîna nû ye û wiha domand:

“Em îro hewl didin çareseriyan ji gelek pirsgirêkên civakî re bibîni. Em ê li kêleka rêxistinên civaka sivîl bixebitin, ku ew dikarin di xebatên avakirin û pêşxistinê de rol bilîlzin.”

Her wiha di kongrayê de gav û nêrînên ji bo pêşerojê hatin nîqaşkirin û pêşniyar ji meclisa rêveber a hatî hilbijartin re, hatin pêşkêşkirin.

Back to top button