Serokê rêjima Tirk Erdogan careke din gefên êrişên nû li herêmên Bakur û Rijhilatê Sûriyê xwar.
Meclisa Til Rifetê bi daxuyaniyekê gefên dewleta Tirk şermezar kir û hat gotin ew dest ji berxwedanê bernadin.
Der barê gefên êrişê yên dewleta Tirk de, sazî, yekitiyên sivîl û endamên meclisa navçeya Til Rifetê ya girêdayî Şehbayê îro daxuyaniyek dan.
Di daxuyniyê de wiha hate gotin:
“Dewleta Tirk gef û binpêkirinên xwe yên li dijî herêmên me didomîne.
Dewleta Trik a dagirker bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî axa Sûriyê dagir kiriye.
Em destûr nadin ku kes ax û rûmeta me binpê bikin û destwerdanê li xaka me bikin.
Em şêniyên Til Rifetê û Şehbayê bêdengiya rêxistinên navneteweyî her wiha bêdengiya dewleta Sûriyê li hember binpêkirinên dewleta Tirk li ser xaka Sûriyê şermezar dikin.”
Daxuyanî bi diruşmên silavkirina berxwedana serdemê û berxwedana şêniyên Til Rifetê ya li dijî gefên Tirkiyê bi dawî bû.