Israîlê li Quneytira êrişî hêzên hikûmetê kir

Artêşa Israîlê bi tankan êrişî nuqeteyên hêzên hikûmetê yên li gundewarê Quneytira kirin. Li gundewarê Dêrazorê mayînek bi erebey sivîlan teqiya, di encamê de 8 kes jiyana xwe ji dest dan û 35 kes jî birîndar bûn.

Artêşa Israîlê êrişên xwe li dijî xaka Sûriyê dewam dike.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku artêşa Israîlê li parêzgeha Quneytrayê, êrîşî hêzên hikûmetê kir.

Hat diyarkirin ku artêşa Israîlê bi 2 topên tankê, êrişî nuqeteyeke hêzên hikûmetê li gundê Bi’ir Ecim ê li bajêr kir.

Artêşa Israîlê li pêş çavê cîhanê peymana navneteweyî ya ku di sala 1974’an di navbera Sûrî û Israîlê de, ji bo bidawîkirina şer, binpê dike.

Artêşa Israîlê bi hinceta hebûna komên çekdar ên girêdayî Îranê di nava xaka Sûriyê de êrîşên xwe dewam dike.

Hikûmeta Şamê jî bersiva van êrîşan nade û tenê bi rêya ragihandinê nerazîbûnên xwe nîşan dide.

SOHR: Li Dêrazorê bi mayînekê 8 kes mirin û 35 kes birîndar bûn

Çavdêriya Sûrî SOHR ragihand ku li herêma Kebaca ya li gundewarê Dêrazorê mayînek ji bermahiyên şer bi erebeyeke sivîl ve, ku li wê derê li Kîvkaran digeriyan, teqiya.

Di encamê de, 8 kesan jiyana xwe ji dest da û 35 kes birîndar bûn.

Çavdêriya Sûrî: Di mayîna 27 meha borî ya li hema 14 mirin

Di 27’ê meha borî De, li rojhilatê Hemayê mayînek bi komeke sivîl ku li kîvkaran digeriyan ve teqiyê.

Wê demê di encama teqînê de, 10 kesan jiyana xwe ji dest da û 14 jî birîndar bûn.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê da zanîn ku jimara kesên jiyana xwe ji dest dayî bilind bû û derket 14 kesan.

Back to top button