Çeteyên dewleta tirk a dagirker ji Hêzên Rizgariya Efrînê derbên xurt dixwin.
Herî dawî Hêzên rizgariyê, li 3 navçeyên Efrîna hatî dagirkrin, çalakiyên bi bandor pêk anîn.
Di encamê de 7 çete katin kuştin û 5 jî birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyên wan yên li naveyên Raco, Bilbilê û Şêrawa yên Efrînê daxuyaniyek nivîskî da.
Li gorî vê;
3’ê Adarê hêzên rizgariyê li gundên Berbenê û Qopê yên navçeya Racoyê, gundê Zarê yê navçeya Bilbilê û gundê Basûtê yê Şêrawayê li dijî nuqteyên kontrolê yên komên çete çalakiyên sabotajê pêk anîn.
Di çalakiyan de 7 çete hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.
Her wiha 2 wesayit jî hatin teqandin.