Aloziya li herêmên dagirkirî- dewleta Tirk alîkariyan asteng dike

Aloziya li herêmên dagirkirî dewam dike. Dewleta Tirk rê nade derbasbûna alîkariyan ji mexdurên erdhejê yên ku li kampên Ezazê dimînin.

Efrîn POST da zanîn ku piştî erdhejê, nêzî 800 malbat ku avahiyên wan hatine xwarê û zererên mezin dîtine berê xwe dan kampa Sirûr a li Ezazê.

Efrîn POST diyar kir ku ji bo ew malbat ji kampê derkevin, rê nadin alîkariyên mirovî derbas bibin.

Îro li dijî vê yekê bi sedan kes xwepêşandan li darxistin û banga derbaskirina alîkariyan kirin.

Xwepêşandêran dan xuyakirin ku ne tenê rê nadin derbaskirina alîkariyan, lê belê mizgeft û dibistan jî li mexdurên erdhejê qedexe kirine.

Back to top button