Rêveberê Polîtboruya Yekîtiya Neteweya Demokrat a Kurdistanê (YNDK) Şêxewan Xalid ragihand ku Tirkiyê xêrûbêrên kurdistanê didize, armanca wê jî wêrankirina kurdisatn û jiyana xelkên wê ye.
Rewşenbîrên Germiyanê jî dan zanîn ku PDK’ê hevkara dagirkeriyê, herêma me firotiye Tirkiyê, ji ber wê mafê PKK’ê ye parastina xakê bike û şoreşê bimeşîne.
Rêveberê Polîtboruya Yekîtiya Neteweya Demokrat a Kurdistanê (YNDK) Şêxewan Xalid derbarê êrîşên dewleta Tirk ji Rojnews’ê re axivî.
Rêveberê YNDK’ê got:
“Armanca dewleta Tirk ji êrîşên ser Rojava û Başûrê Kurdistanê dagirkirina Kurdistanê giştî ye.
Dewleta Tirk weke Efrînê deverên başûrê Kurdistanê dişewitîne, jiyana gel zehmet dike da ku wan koçber bikin.”
Şêxewan Xalîd daxwaz ji civaka navneteweyî, rewşenbîr û welatparêzên Kurdistanê kir ku li dijî dagirkeriya Tirkiyê xwedî helwest bin.
Rewşenbîrên Germiyanê: PDK’ê herêma me firotiye Tirkiyê û bersiva peyama Karayilan jî nade
Rewşenbîrên Germiyan Saleh Helacî, Perwêz Hûma,Sîrwan Silêman jî li dijî dagirkeriya Tirkiyê hewlesta Murad Karayilan mînak nîşanda û wiha bang li PDK’ê kir:
“Peyama Murad Karayilan nîştimanî ye, ji bo aştî û bi hevrebûnê ye.
Ji ber ku PDK’ê jî hevkariya dagirkeran e, herêma me firotiye Tirkiyê, wê demê ji mafê PKK’ê ye ku parastina xaka me bike û di nava têkoşînê de be.
Divê PDK bersiva Karayilan bide.”