Pentagon: Em ê pergalên parastinê yên asîmanî bişînin Iraqê

Pentagon ragihand ku wê pergalên parastinê yên asmanî bişînin Iraqê da ku leşkerên xwe biparêzin.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amêrîkayê, Kenneth McKenzie, di rûniştineke parlamantoya Amerîkayê de axivî.

Kenneth McKenzie destnîşan kir ku ji bo parastina leşkerên Amerîkî ji êrîşên Îranê, ew niha di operasyona şandina pergalên parastinê ber bi Iraqê ve kar dikin.

McKenzie diyar kir ku li gorî agahiyên istexbaratî, Îran tevgera xwe ya dijminatî li herêmê dewam dike, ji be vê yekê Amerîka nêçar e ku hêza xwe li dijî êrîşên wê xurt bike.

Pentagon beriya niha gotibû ku hewil dide destûrê ji Iraqê bigire da ku pergalên parastinê ya “Patriot” li wir bi cih bike.

Back to top button