Bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro Mîhrîcana 6`an a Osman Sabrî ya Wêje li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo dest pê kir.
Gelek kesayetên hunerî, wêjeyî ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê û nûnerên saziyên civaka sivîl ên Qamişlo tevlî mîhrîcanê bûn.
Di mîhrîcanê de, hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê Hikmet Hebîb axivî û got:
Hunermendê nemir Osman Sabrî, ji bo doza gelê xwe tê koşiya, di siyasetê, wêje û çandê de kar kir da ku hêviyên gelê xwe pêk bîne.
Her wiha sînevizyonek têkildarî kurtejiyana Osman Sabrî hate pêşandan û koma Hîlala Zêrîn berhemên xwe ên hunerî pêşkêş kirin.”
Di dawiyê de çîrokên di mîhrîcana borî de bi ser ketine, bi zimanê kurdî û Erebî hatin xwendin.
Tê payîn wê mîhrîcan sê rojan berdewam bike.