Gerîlayên HPG’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê wênekêşa ku dewleta Tirk li qada Metînayê bi cih kiribû, ji holê rakir.
Artêşa Tirk bi rêya van cîhazan, cih û tevgerên gerîlla dişopandin.MI
Ji 23’ê Nîsanê û vir ve êrişên dewleta Tirk li dijî qadên Avaşîn, Zap û Metînayê dewam dikin.
Mehên dawîn artêşa dagirker li hemberî gerîlayan teknîka dijwar, gazên jehrî û çekên kîmyewî bi kar tîne.
Lê tevî vê yekê jî nikare bi pêş ve biçe.
4’ê Cotmehê gerîlayan wênekeşeke veşartî ya artêşa Tirk li qada Girê Azad a Metînayê tespît kir û paşê ew bêbandor kir .
Artêşa Tirk bi rêya sîxûrên xwe wênekêşên wiha ji bo naskirina cihên gerîlla li herêmê bicih kirine.
Heta niha di pêngavên Bazên Zagros û Cenga Xabûrê de gelek alavên leşkerî yên artêşa Tirk ketine destê gerîlla.