Li bajarê Qamişlo li dijî tundiya li ser jinê simînerek li darxistin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêzeçalakiyên cuda bal kişandin ser rengên tundiya li dijî jinan, girîngiya hevgirtina jinan ji bo xurtkirina têgihîştina civakê û bidawînanîna li tundiyê.

Di çarçoveya rêzeçalakiyên ku Platforma Çalakiyên Hevpar a Tevger û Rêxistinên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê ragihandiye.

Li bajarok û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêzesemîner hatin dayîn.

Kongra Star li bajaroka Abira ya girêdayî navçeya Çilaxa di bin sernavê “Li dijî hemû rengên tundî û dagirkeriyê, Jin, Jiyan, Azadî” li navenda meclisa navçeyê semînerek lidar xistin.

Di simînerê de gelek kes axivîn û bal kişandin li ser tundiya li dijî jinê û wiha gotin:

“Ruxmî ku bi pêşengiya jinan serhildan û şoreş tên lidarxistin jî, lê belê tundî hê jî bi şêwazên cuda dewam dike.

Di dawiyê de banga bilindkirina têkoşînê bi rêya xwedîderketina li xeta azadiya jin û şopandina rêya têkoşerên pêşeng yên li hember pergala zordest teslîmiyet qebûl nekirine, kirin.

Li bajarê Dêrikê li dijî tundiya li ser jinê simînerek li darxistin

Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk jî li bajarê Dêrikê semînerek li dar xistin .

Jinan di simînerê de bal kişand ser rola jinan di civaka xwezayî de û ruxmî têkoşîna weyê dijwar û dirêj a ji bo parastina civakê lê belê mêr cihê pîroz ê jinan hêdî hêdî jê stend û qeyd û bend li ser ferz kirin.

Til Hemîs-Li dijî tundiya li ser jinê simînerek li darxistin

Her wiha li navçeya Til Hemîsê jî Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) semînerek li dar xistin.

Jinan di simînerê de diyar kirin ku divê bi rêya perwerdeyê û xurtkirina çanda civakî li hemberî van siyasetan bê sekinandin.

Li bajarê Reqayê pêşingehek dertekariyê hate vekirin

Li Reqayê jî Weqfa Jina Azad pêşangeheke destekariyê vekir, tê de karên hunerî û yên bi destê jinan hatine çêkirin hatin pêşandan.

Pêşangeh li navenda çandê ya Reqayê hat vekirin, Tê payîn ku pêşangeh 2 rojan bidome.

Di pêşingehê de bal kişandin ser karên bi destê jinan hatine çêkirin, ji nû ve bikaranîna tiştên kevn ji bo parastina jîngehê.

Reqa-Meclisa Kombûna Jinan a zenûbyayê simînerek li dar xist

Bi heman bûneyê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbyayê ya Reqayê simînerek di derbarê tundiya aborî ya li dijî jinan li dar xistin.

Di simînerê de Hevseroka Komîteya Aboriyê ya Rêveberiya Sivîl a Demorkatîk Yemama El Casim axivî û wiha anî ser ziman:

“Di civaka xwezayî de dayika xwedawend civak û hemû aliyên jiyanê di nava atmosfereke aştî, heskirin û wekheviya navbera hemû ferdên klanê de bi rêve di bir.

Gelek caran jin xwe wekî faktorekî sereke yê hin cureyên tundiya li dijî wê tê kirin, dihesibîne.

Di dawiya semînerê de têkildarî rêbazên têkoşîna li hember tundiya li ser jinan sînevîzyonek hat pêşandan.

Li Eyn Îsayê li dijî tundiya li ser jinê panelek hata li darxistin

Her wiha Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a kantona Girê Spî jî li navçeya Eyn Îsayê panelek li dar xistin.

Di panelê de bal kişand ser destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bidestxistin û berhemên Şoerşa 19`ê Tîrmehê.

Li bajarê Minbic li dijî tundiya li ser jinan panelk hate li darxistin

Li aliyekî din jî Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê û gundewarên wê jî panelek li dar xistin.

Di penalê de bal kişandin li ser sedema ragihandina 25`ê Mijdarê wekî Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê.

Her wiha diyar kir ku Rêber APO rêya jinan ronî kir da ku azadiya xwe bi dest bixin û roleke pêşeng di civakê de bilîzin.

Back to top button