Heleb-Zilamên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dijî tundiya li ser jinê meşiyan

Di çarçoveya rêzeçalakiyên 25′ Mijdarê de, jinên herêmê di nava çalakiyan de ne.
Îro jî li elek bajaran bi çalakiyên cûda Tundiya li ser jinan hate şermezarkirin

Bi hezaran jin li bajarê Hesekê li dijî tundiya li ser jinê û êrişên dagirkeriyê meşiyan

Meş ji Çarxerêya Arîn Mîrkan a li taxa Mişêrfê ya bajar dest pê kir û sûka navendî veguherî mîtingê.

Di mîtingê de endama rêveberiya Hêzên Parastina Civakî Asya Cûma axivî û got:;

“Bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û rêya ku nîşanî jinan daye, jinan xwe di hemû qadên jiyanê de bi rêve bir û xwe îsbat kir.”

Meş bi dirûşmeya jin jiyan azadî bi dawî bû.

Bi heman boneyê li taxên şêxmeqsûd û eşrefîyê ên Helebê jî zilamên taxê meşek li darxistin.

Meş ji aywana yasîn dest pêkir û Li qada 7 şehîdan veguherî mîtingê .

li wir li ser navê rêveberiya KPC Menan Cafer bal kişande li ser azadiya Jinê.

Menan Cafer diyar kir ku heger jin azad nebe civak azad nabe

Qamişlo-Rêxistina Sara derbarê 25’ê Mijdarê de panelek lidarxist

Li bajarê Qamişlo jî li Dijî Tundiya li Ser Jinan rêxistina Sara panêlek li dar xist.

Di panêlê de îşaret bi rola jin a şoreşê de hate kirin û hate gotin:

Di roja îro de jin di her warî de gihaye asta rêvebirinê.

Li bajarê Hesekê li ser tundiyê jinê cîvînek hat lidarxistin

Her wiha li bajarê Hesekê jî, bi amadebûna jinên bajar civînek li Navenda PYD’ê hate lidarxistin..

Endama PYD’ê Firyal Ehmed da zanîn ku Jin bi salane li tevahî cîhanê li dijî tundê têdikoşin û bi hêza xwe pergalên desthilatdar hildiweşînin.

Firyal Ehmed destnîşan kir ku me xeta berxwedanê û têkoşînê hilbijartiye û em ê şopdarên vê xetê bin.

Civîn bi nîqaşên li ser şikandina pergalên ku jin û civakê dikin kole û avakirina hişmendiyek li ser bingeha hevjiyana azad bi dawî bû.

Jinên ciwan ên Kobanê li dijî tundiyê semînerek dan

Jinên ciwan ên bajarê kobanê jî bi boneya 25’ê Mijdarê semînerek dan.

Li ser navê jinên ciwan Neda Şahîn diyar kir ku em bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo em gihaştin vê astê.

Her wiha jina bi navê Jîn kobanê jî destnîşan kir ku ji bo em azad bibin divê zihniyeta zilamên desthilatdar were guhaertin û em ji bo vê yekê têkoşîn dikin .

Back to top button