Şêniyên Hesekê cenazeyê şehîd Hisên El-Nofel oxir kirin

Şêniyên Hesekê cenazeyên endamê Asayîşê Hisên El-Nofel bi merasîmekê oxir kirin.
Li kantona Efrîn û Şehbayê jî şeniyan sersaxî dan malbata şehîd Ebdo Masrû.
Her wiha li tebqa û Reqa jî Şehîd Rojbîn Ereb di salvegera şehadeta xwe de hate bibîranîn.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hisên El-Nofel 16’ê vê mehê dema li ser erka xwe bû şehîd bû.

Şêniyên Hesekê û gundewarê wê cenazeyê şehîd Hisên El-Nofel li goristana Şehîdan bi merasîmekê oxir kirin.

Di merasîmê de, kesên ku axivîn, fedekariyên şehîdan bibîrxistin

Piştî axaftinan wesîqeta Şehîd radestî malbatê hate kirin û cenazeyê şehîd hate oxirkirin.

Şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê sersaxî dan malbata şehîd Ebdo masrû

Li kantona Efrîn û Şehbayê jî şeniyan sersaxî dan malbata şehîd Ebdo Masrû.

Endamê Cebhet El ekrad Ebdo Masrû dema li ser erka xwe bû li Minbicê şehîd bûbû.

Konê sersaxiyê li pêşiya mala Şehîd ya li navçeya Fafînê hate vedan.

Di bin kon de, kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya şehîdan dan.

Li Tebqa û Reqayê şehîd Rojbîn Ereb hate bibîranîn

Her wiha li Tebqa û Reqayê bi boneya salvegera 25’mîn a şehadeta Rojbîn Ereb merasîmên bîranîne hatin lidarxistin.

Gerîlaya ji pêkhateyên Ereb Rojbîn Ereb di 17’ê Mijdara 1998’an de şehîd bûbû.

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi koordîneya meclisên malbatên şehîdan ên Tebqa li Goristana Şehîdan a Tebqayê Şehîd Rojbîn Ereb bi bîr anîn.

Li Reqayê jî bi heman armancê çalakiyek hate lidarxistin.

Di merasîma de jî, berdevka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya şaxê Reqayê, Sewsen El Xelef axivî û got:

“Em şehîd Rojbîn ku li hember rastiya Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan çalakiya fedayî li dar xist, bi bîr tînin.”

Dûre endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya Buseyne Ebdo nameya şehîd Rojbîn Ereb xwend.

Merasmî bi pêşandana sînevîzyons li ser têkoşîna şehîd Rojbîn bi dawî bû.

Back to top button