Li Swîsreyê Konferansa ji aliyê Akademiya Modernîteya Demokratîk tê lidarxistin di roja duyan de dewam kir
Di konferansê de hate diyarkirin ku çareseriya krîzan paradîgmaya Rêber Apo a Konfederalîzma Demokratîk e.
Konferansa Akademiya Modernîteya Demokratîk li bajarê Basel ê Swîsreyê di roja 2. de ye
Gelek rêxistinên ji Ewropa, Efrîqa, Emerîkaya Latîn û Asyayê beşdarî konferansê bûne.
Di konferansê de krîza modernîteya kapîtalîst, rêbazên rizgarbûna ji krîzê û perspektîfên çareseriyê tên nirxandin.
Di roja duyem de li ser paradîgmaya Rêberê Apo a Konfederalîzma Demokratîk bal hate kişandin.
Hat destnîşankirin ku divê rêxistinên têkoşer toreke piştevaniyê ya navneteweyî ava bikin û vê torê xurt bikin.