Hêzên Asayîşê nasnameya endamekî xwe ku duh şehîd bûbû, aşkera kir û got:”Ew endamekî li pêş bû û her tim li ser xwepêşxistinê û parastina welatê xwe xebat dikir.”
Navenda Ragihandinê ya Giştî ya Hêzên Asayîşê bi daxuyaniyekê nasnameya Hisên Nofel aşkera kir .
Asayîşê eşkere kir ku endamê me Hisên Nofel di qezayekê li ser rêya navbera Hesekê û Reqayê gihaşta asta şehadetê û got:
Şehîd Hisên endamekî li pêş bû, li ser xwepêşxistinê dixebitî da ku erka xwe ya parastina welat û gelê xwe pêk bîne.
Dema çûyîna li ser erka xwe ya ewlehî rastî qezayekê hat û di encamê de şehîd bû.”
Li gor daxwiyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:
Nav û paşnav: Hisên Nofel
Navê bav: Salih
Navê dayikê: Hilale
Cih û dîroka jidayikbûnê: Nofeliye-1-1-2000
Cih û dîroka tevlêbûnê: Heseke-14-1-2022
Cih û dîroka şehadetê: Rêya Ebyed-16-11-2023