Mehmet Ocalan: Ji sala 2015’an ve komplo bi rengekî cuda tê meşandin

Malbata Rêber APO jî mîna bi hezarê mirovan bi nêzîkbûna roja Komploya Navneteweyî bi-hêrs in û bangên wan ên bidawîkirina vê komployê û rakirina tecrîdê bilindtir dibin. Birayê Rêber APO, Mehmet Ocalan destnîşan kir ku Komploya Navneteweyî niha bi tecrîda girankirî berdewam dike û tekez kir “Ji sala 2015’an ve komplo bi rengekî cuda tê meşandin.”

15’ê Sibatê roja Komploya Navneteweyî nêz dibe, pê re jî hêrsa azadîxwazan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan bilind dibe.

Malbata Rêber Ocalan jî mîna gelekan bi hêviya dîtin û agahiyekê ji Rêber Ocalan in, rêberê ku demeke dirêj e bêyî maf di bin tecrîdeke giran de ye.

Birayê Rêber Ocalan , Mehmet Ocalan der barê komployê de ji ajansa nûçeyan ANHA’yê re eşkere kir “Ger komplo bi dawî nebe û Rêber Abdullah Ocalan azad nebe, wê xetereyeke gelekî mezin çêbibe.”

Mehmet Ocalan behsa hevdîtinên malbatê û kêliyên bi Rêber Ocalan re kir.

Birayê Rêber Ocalan di dawîyê de tekez kir “Divê cîhan tev bi erka xwe rabe û vê tecrîd û komployê bi dawî bike”.

Banga birayê Rêber Abdullah Ocalan jî li hezarên bangan zêde dibe.

Lê gelo heman kesên ku komplo li dijî wî gerand û bi dilekî sar rêberekî wiha dîlgirt, wê karibin carekê li wijdanê xwe vegerin, erka xwe rast pêk bînin û li van bangan xwedî derkevin û bi cih bînin?

Back to top button