Xelkê Mexmûrê li dijî tecrîdê meşiyan

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê li dijî tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û şermezarkirina qedexeyên hevdîtinê meşeke girseyî li dar xistin. 

Meşê li ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir heta ber deriyê Neteweyên Yekbûyî domiya.

Di meşê de bênavber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Kes nikare roja me tarî bike’ û ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ hatin berzkirin.

Di meşê de axaftvanan tecrîda li dijî Rêber APO şermezar kirin û gotin:

“Rêberê me ev 33 heyvin di bin tecrîdek girankirî de tê girtin û agahiya me jê nîne.

Em wek gelê Mexmûrê timî daxwaza fîzîkî azadiya Rêber Apo dikin.

Ji bo şikandina vê tecrîdê jî em di nava çalakiyan de ne.

Li tevahî cîhanê fikir û felsefa Rêber Apo hatiye belavkirin.

Ji ber ku Rêber Apo mafê tevahî mirovahiyê dixwaze.”

Her wiha meşvanan meşa ber bi Gemlîkê vî jî silav kirin û piştgiriya xwe jêre ragihandin .

Meş bi dirûşmeyên dilsoziya bi Rêber APO re bi dawî bû.

Back to top button