Lîderên YE ji bo krîza Ûkrayna-Rûsya civiyan

Hevdîtin û helwestên welatan li aliyêkê, Yekîtiya Ewropa dixwaze zexta li Moskow zêdetir bike. Lîderên welatên YE, pirştî sewqiyatên zêde yên Rûsya li sînorê Ûkrayna civiyan. Wezîrê Parastinê yê Amerîka Austin di civîna NATO de got,
Rûsya gav bi gav nêzî sînor dibe.

Lîderên YE beriya ku bi mijara Lûtkeya Yekîtiyê ya YE-Afrîka bi rêberên Afrîkî re li Brukselê bicivin, di navbera xwe de kom bûn.

Di lûtkeya nefermî ya YEyê de, tê çaverêkirin ku serokê Fransa Emmanuel Macron û serokwezîrê Almanya derbarê hevdîtinên xwe yên cuda yên hefteya borî bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re agahdar bikin û nêrînên xwe bi hev re parve bikin.

Tê çaverêkirin ku Komîsyona Yekîtiya Ewropayê derbarê rewşa dawî de lîderan agahdar bike.

Tê gotin, wê lîder li ser cezayên ku di rewşek êrişa Rûsya li dijî Ûkrayna pêk were de, nîqaşê nekin.

Sedema vê yekê jî nêrînên li ser mijarê ku di dema dawiyê de li nava welatên YE tê nîşandan.

Ji ber nefermîbûna wê ti biryar û encamek ji civîna îro nayê hêvîkirin.

Civîna wezîrên Parastinê yên NATO di roja 2. de ye

Hemwextî vê, civîna Wezîrên Parastinê yên NATO jî di roja duyem de ye.

Mijara sereke ya wezîran, metirsiya li sînorê rojhilatê Ewropa ye.

Wezîrê Parastinê yê Amerîka Lloyd Austin îşaret bi tevgera Rûsya ya li herêmê kir û got:

Leşkerên Rûsya nêzî sînor dibin.

Em hemû dizanin ku di rewşên wisan de, bê sedem tiştek wiha nepêkane.

Zelensky: Beşdarbûna NATO garantiya parastina serxwebûna me ye

Serokê Ûkrayna Voloydymir Zelensky careke din rêya xelasbûna welatê xwe bi NATO yê ve girêda û got:

Pêdiviya Ukrayna bi garantiyên ewlehiyê heye.

NATO garantiya me ye ku em serxwebûna xwe ji dest nedin.

Back to top button