Serhildana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 200 roj li pey xwe hişt

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 200 roj di ser serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” re derbas bû.
Parêzvanên mafên mirovan ragihandin ku herî kêm 537 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatine kuştin.

Çalakiyên protestoyî di 16’ê Îlonê de dema ku Jîna Emînî li Tehranê ji aliyê polîsên exlaqî ve hat qetilkirin, dest pê kir.

Xwepêşandan bi lez û bez li seranserê welêt belav bûn û gelekî mezin bû.

Di vê serhildana gel a bi navê şoreşa “Jin jiyan azadî” de, piraniya kuştinan di mehên destpêkê de pêk hatin.

Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (ÎHR) di nava 200 rojan de herî kêm 537 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatine kuştin.

4 xwepêşander jî hatin darvekirin.

Di heman heyamê de 180 jê bi sûcê tiryakê 309 kes hatin darvekirin.

Rêxistinê bertek nîşan da ku “Komara Îranê cezayê darvekirinê wekî alaveke tirsandinê bi kar tîne” da zanîn ku civaka navneteweyî bertekê nîşanî van darvekirinan nade.

Di meha Îlonê de 223, Cotmehê 100 û Mijdarê 173 kes hatin qetilkirin.

Di meha Kanûnê de hat diyarkirin ku 25 kes hatine qetilkirin.

Di navbera 17-30’ê Îlonê de 5 kes, di Cotmehê de 30, di Mijdarê de 57 û di Kanûnê de 72 kes hatin darvekirin.

Xamaneyî: Kefî dayîna serê xwe neçariyeke dînî ye

Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamaneyî diyar kir ku lixwekirina hicabê erekeke olî û yasayî ye.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Îran IRNAyê Xameneyî di hevdîtina xwe ya bi rayedarên welat yên li paytext Tehranê re li ser mijarê axivî.

Xamineyî got:

“Lixwekirina kefiyê erkeke olî û yasayî ye, binpêkirina wê heram e.”

Back to top button