Endazyarên Nîvîsgeha Teknîk a Şaredariya Gel ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê raporeke li ser zirarên ku ji ber erdhejê gihaştine avahiyan, weşand. Li gor raporê li her du taxan 5 avahî hilweşiyane, 400 avahiyan jî xisar dîtine û pêwîstiya 12 avahiyên din bi rakirinê heye.
Endam û endazyarên Nîvîsgeha Teknîk yên herdu taxan bi daxuyaniyekê rapora ku made kiriye, parve kir.
Di raporê de hate gotin ku ji ber erdhejê 5 avahî hilweşiyane, pêwîstiya 12 avahiyan bi rakirinê heye, 400 avahiyan jî xisar dîtiye.
Her wiha xisar gihaştiye xetên kanalîzasyon û avê jî.
Hate diyarkirin ku ji ber erdhejê zêdetirî sed kes birîndar bûne û bi hezaran jî malên xwe terik kirine.
Di dewama rapora Şaredariya Gel de wiha hate gotin: “Civaka navneteweyî, Federasyona Rûsyayê, rêxistinên mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî berpirsên rewşa heyî ne.
”Hikûmeta Şamê rê li ber alîkariyên mexdûrên erdhejê digir e”
Di vê rewşa zehmet de hikumeta Şamê ambargo ferz kiriye û nahêle alîkariyên mirovî yên lezgîn derbas bibin.”
Dawiya raporê, bang li aliyên têkildar hate kirin ku alavên rakirina kavilan peyda bikin, avahiyên zirar dîtine rakin û alternatîfan peyda bikin.