Trump ji bo dadgehê li New Yorkê bû

Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump heman gotinan dubare dike.
Lê ya diyar Trump wê nekare bi hêsanî ji sûcên li dijî wî xelas bibe.

Serokê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump piştî derket pêşberî dadgehê li New Yorkê vegeriya mala xwe ya li Florîdayê.

Trump: Tekane sûcê min parastina netewa me ye

Trump derbarê pêvajoya darazê de got,

“Ez qet nedifikirîm ku li Amerîkayê tiştekî wiha çêbibe.

Tenê sûcê ku min kiriye ew bû ku miletê me bê tirs li hember kesên ku dixwazin wê tune bikin parastim.”

Parêzerê Trump, Joe Tacopina ragihand ku Juriya Mezin a New Yorkê di çarçoveya lêpirsîna li ser dayîna 130 hezar dolarî wek “para bêdengbûn” bo stêra pornoyê Stormy Daniels ku tê îdiakirin derveyî zewacê têklî kiriye, ji bo Trump tawanbar bikin deng hatiye dayîn.

Trumpê 76 salî ku beriya niha ragihandibû ew ê ji bo serokatiya DYA careke din bibe namzed, îdia kir ku sûcdariyên li hemberî wî “xerakirina herî mezin a hilbijartinê ye”.

Trump li bajarê Palm Beach ji alîgirên xwe axifî û got,

Dozgerê dozê Alvin Bragg “di dema ku tiştek li wir tune bû” xwe kire armanc.

Donald Trump, yekem Serokê DYA ku dozek sûc li dijî wî hate vekirin û 34 caran bi sextekariya belgeyên bazirganî hate tawanbar kirin.

Daniels îdia kir ku wê 2016’an peymanek îmze kiriye da ku 130 hezar dolar ji bo wê bê dayîn.

Trump wê 4’ê Kanûnê careke din derkeve pêşberî dadger

Dadgehê diyar kir ku rûniştina din wê 4’ê Kanûnê pêk bê.

Donald Trump berî niha ragihandibû, bêyî ku biryara dadgehê hebe ew ê careke din ji bo serokatiya Amerîkayê bibe namzed.

Back to top button