Şervanên YPG’ê yên ji Başûrî: Divê PDK nebe amûra dewleta Tirk

Şervanên YPG’ê yên ji Başûrê Kurdistanê yên dema êrîşên li ser Serê Kaniyê, berê xwe dan herêmê û tevlî YPG’ê bûn, li dijî êrîşên PDK’ê yên li ser Gerîla derketin. Şervanan anî ziman “Dewleta Tirk bi rêya polîtîkayên xwe yên qirêj hewl dide Kurdan bi destê Kurdan bide qirkirin” û nerazîbûn nîşanî helwestên PDK’ê dan.

Li dijî êrîşên PDK’ê yên dawî li dijî Gerîlayan, bertekên tund ji her aliyî derketin.

Şervanên YPG’ê yên ji Başûrê Kurdistanê ku dema êrîşên li ser Serê Kaniyê tevlî berxwedanê bûbûn, li dijî van êrîşan derketin û ew bi îxanetê bi nav kirin.

Devran Diyana ku dema çeteyên DAIŞ’ê Serê Kaniyê dagir kir, tevlî nava refên YPG’ê bû, nerazîbûn nîşanî êrîşên PDK’ê yên rojên dawî da.

Şervanê YPG’ê Hozan Kerkûk ê ji bajarê Kerkûkê jî diyar kir “Demek dirêj e; PDK’ê bi artêşa Tirk a dagirker re hevkariyê dike û hewl dide xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike.”

Her du şervanan destnîşan kirin ku êrîşên PDK’ê yên li ser gerîlayên Kurdistanê ziyanê dide berjewendiyên neteweyî û bi vî rengî dibe sedema nerazîbûna gel jî.

13 Kanûnê hêzên PDK êrîşeke bir ser hêzên Gerlîla û di encamê de 3 gerîla bi giranî hatin birîndarkirin.

Back to top button