Artêşa Tirk kerwanekî nû ya leşkerî şand herêma Putin- Erdogan

Bi dehan erebeyên leşkerî yên artêşa Tirk derbasî herêma Idlibê bû û Hêzên rejîma Sûriyê agirestê binpêk dike û herêma Putin – Erdogan topbaran kir.

Her wiha li herêma Agirbestê, hêzên Tirkiyê cara 3’an bi tena xwe derdikeve dewriyên hevbeş.

 

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku îro piştî nîvro bi dehan maşîneyên leşkerî yên artêşa Tirk derbasî herêma Idlibê bû.

Ji dema Agirbestê ya di navera  Putin- Erdogan de heta niha 1440 meşîneyên artêşa Tirk û bi hezaran leşker derbasî herêma Idlibê bûye.

 Cara 3. Ku hezên dewleta Tirk bi tena xwe di dewriyên hevbeş li Idlibê derdikeve

Çavdêriya Sûrî diyar kir ku hêzên dewleta Tirk bi tena xwe li ser riya M4 ya navbera Heleb û Laziqiyê ya li Rojhilatê Idlibê  derdikeve dewriya hevbeş bi ku hêzên Rûsyayê tevlî wê bibe.

Hêzên rejîma Sûriyê agirestê binpêk dike û herêma Putin – Erdogan topbaran kir.

Çavdêriyê anî ziman ku îro danê nîvro hêzên rejîmê bi moşekan herêma Cebel El-Zawiye ya Başûrê Idlibê û Bakurê Laziqiyê  topbaran kir.

Her wiha çeteyên dewleta Tirk jî nuqteyên hêzên rejîmê yên li gundewarên Idlib û Bakurê Laziqiyê, kirin hedef.

Back to top button