Jimara endamên NATO derket 31’an

Wezîrên Karê Derve yên Alman û Amerîka bi eşkere gotin: Êrişa Rûsya ya li ser Ukrayna bû sedema ku Fînlandiya bibe endamê NATO.

Welatên NATO alên xwe li pêşberî Rûsya li ba dikin.

Doh di salvegera 74. a damezirandina NATO yê de, endamek nû jî li ser hevbendiyê zêde bû.

Fînlandiya piştî razîkirina 30 welatên endam, bi fermî beşdarî nava NATO yê bû.

Welatên endamên NATO ji rewşa heyî keyfxweşin.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg beriya Civîna Wezîrên Karên Derve ya NATOyê ya li baregeha NATO ya li Brukselê bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re civîneke çapemeniyê li dar xist.

Ji Blinken bo Putin spasî: Êrişa li ser Ukrayna rê li ber endamtiya Fînlandiya vekir

Wezîr Blinken di axaftina xwe de ketina Fînlandiyayê ya NATO’yê weke “rojeke dîrokî” bi nav kir û got;

Ji ber êrişa Serokê Rûsyayê Vladimir Putinli dijî Ukraynayê daye destpêkirin Fînlandiya bû endamê NATO.

Blinken destnîşan kir ku di 30 salên dawî de wan lihevhatina herî mezin di navbera DYA û Ewropayê de dît.

Blinken got:

“Li cîhaneke ku Rûsya û Çîn hîn bêtir nêzî hev dibin de, girîng e ku em bi hevkarên xwe yên li Asya-Pasîfîkê re tev bigerin.”

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg jî anî ziman ku yek ji rojeva wan ya sereke li gel Wezîrên Karên Derve rewşa li Ukrayna ye.

Almanya: Rûsya Fînlandiya kir endamê NATO

Wezîra Karê Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock diyar kir ku Fînlandiya di encama êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê de bû endama NATO’yê.

Annalena Baerbock diyar kir ku Moskow bi vê yekê berovajî ya ku dixwest re rû bi rû ma.

Baerbock di kanaleke Almanî de got:

Eger Rûsya daxwaza me ya aştiyê ne avêtiban aliyekê, wê Fînlandiya û di demekî nêz de Swêd beşdarî NATO nebûba..

Wezîra Karê Derve ya Almanyayê diyar kir ku endamtiya Fînlandiyayê di NATOyê de îtîfaqê hîn xurtir dike û got;

Roja tevlîbûna NATOyê ji bo Fînlandiyan tê wateya “roja ku ew ê bi ewletir bijîn”.

Fînlandiyaya ku bi dehan salan bêalî bû, roja Sêşemê piştî erêkirina Tirkiyê wek endama 31’emîn tevlî NATOyê bû.

Li aliyê din Rûsya bertekên tund nîşanî tevlîbûna cîranê xwe di nava NATOyê de dide.

Berdevkê Kremlînê Dmitri Peskov got; Moskow dê bêyî ku hûrgulî bide “tedbîrên dijber” bigre.

Back to top button