Şêniyên herêma Cizîrê şehîdên komkujiya Helincê bi bîr anîn

Bi sedan şêniyên herêma Cizîrê yên Kurd, Ereb û Suryan, rêxistina Kongreya Star a Dêrazorê bi merasîmek şehîdên komkujiya Helincê bibîr anîn.

Merasîm bi pêşengtiya Kongra Stara li Goristana Şehîd Xebat a Dêrikê pêk hat.

Di merasîmê de koordînatorê Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Remziye MIhemed axivî.

Remziyê Mihemed komkujiya Helincê weke berdewamiya komploya 15’ê Sibatê pênasekir û got:

“Bi vê êrîşê ve jina ku bi fikrê rêber Abdullah Ocalan xwe rêxistin kiriye kir armanc.

Dijmin dixwaze bi êrîşan ve vîn û îradeya vê civakê biçewisîne, lê em ti carî serê xwe li hember dagirkeran natewînin.”

Di dawiyê de Remziye MIhemed daxuyakirin ku dê şoreşa Rojava bi pêşengtiya jinê wê her bi ser bikeve.

Piştî axaftinan Kongreya Star a Dêrazorê wêneyên şehîdên Helincê û Dêrazorê yên ku ji aliyê şaneyên DAIŞ`ê ve hatibû şehîdxistin, pêşkêşî Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dêrikê kir.

Merasîm bi serdana gorên şehîdan ve bidawî bû.

Back to top button