Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPJ`ê bi daxuyaniyekê nasnameya du şervanên YPJ`ê ku di demên cuda de şehîd bûne eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPJ`ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya du şervanên YPJ`ê yên ku di demên cuda de li Hesekê şehîd bûne eşkere kir.
Navendê di daxuyaniya xwe de wiha got:
Tekoşîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi rastiya şehîdan, xwe gihand vê qonaxa dîrokî.
Di şerê 8 salên derbasbûyî de me bi hezaran hevalên bi rûmet, di oxira parastina gel û xaka pîroz de da.
Tişta ku ket ser gelê me, bi fedekarî, bi rihê welatparêz, ked da, xwîdan rijand û zarokên xwe yên hêja diyarî şoreşa mirovahiyê kirin.
Me weke Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), di meşandina tekoşînê de ked û hewl da em li gorî rastiya gelê xwe bin.
Heval Sarya û Hîvda bi vê hişmendiyê têkoşiyan û bi moraleke bilind şerê azadiyê meşandin û di vê oxirê de şehîd bûn.
Navendê ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û soza pêkanîna xewnên şehîdan dubare kir.
Li gorî navendê nasnameya şehîdan wiha ye:
Nasnav: Hivda Pirosî
Nav û paşnav: Rojbin Akdogan
Cih û dîroka jidayîkbûne: 1998/Şirnex
Navê dayikê: Sarya
Navê bav: Hazim
Cih û dîroka şehadetê: 6-6-2019/HESEKÊ
*****
Nasnav: Sarya Dersim
Nav û paşnav: Songul doguç
Cih û dîroka jidayîkbûne: 1981/AMED
Navê dayikê: Meysa
Navê Bav: Feyzi
Cih û dîroka şehadetê: 22.1.2015 / HESEKE