Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk 3 çalakî li Efrînê pêk anîn.
Di encamê de, çeteyek hat kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.
Hêzên rizgariyê bi daxuyaniyekê ragihandin ku hêzên wan li dijî dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê 3 çelakî li deverên cuda yên Efrînê pêk anîn.
Hêzên rizgariyê li ser çalakiyan ev agahî dan:
16 Hizêranê hêzên rizgariyê li ser riya Cindirês – Efrîn li dijî erebeyek leşkerî ya çeteyên Ehrar El-Şam çalakiyek sebotajê pêk anîn.
Di encamê de, erebe hat teqandin, çeteyek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.
17 Hizêranê jî, hêzên rizgariyê li taxa Vêlat a Efrînê, navendeke leşkerî ya çeteyan bi çalakiyek sebotajî kirin hedef.
Lê derberê kuştî û birîndarên dagirkan de agahiyên zelal ne hatin bidestxistin.
Di heman rojê de, hêzên rizgariyê bi çalakiyek sebotajê derbe li erebeyeke leşkerî ya çeteyên Firqa 23’an di navbera gundên Hemam û Haj Iskender xistin.
Di encamê de çeteyek bi giranî birîndar bû.