Serokê Meclisa Qebîleya El Cibûr a li Sûriyê Fewaz El-Zûbei diyar kir ku Eşîrên Ereban ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriyê didin berxwedana xelkê Mexmûrê.
El Zûbei bang li hikumeta Iraqê kir ku dorpêça li ser Kampa Mexmûrê bi dawî bike.
El Zûbei destnîşan kir ku hewldanên dorpêçêkirina Mexmûrê, pêkanîna fermanên dewleta Tirk a dagirker e û anî ziman ku ew wan hewldanan re dikin.
Serokê Meclisa Qebîleya El Cibûr a li Sûriyê dibêje:
“Hikumeta Iraqê siyaseta dewleta Tirk a dagirker û siyaseta PDK’ê ya li hember Mexmûrê dimeşîne.
Divê hikumeta Iraqê li şûna dorpêçkirina wan, piştgiriyê bide xelkê Mexmûrê.
Di kampê de sivîl hene, divê dorpêç bê rakirin û nakokî bi diyalogê werin çareserkirin.
El Zûbei destnîşan kir ku Eşîrên Ereban ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriyê didin berxwedan û xwe-ragirtina şêniyên Mexmûrê ya li hember hewldanên artêşa Iraqê û got:
“Em ê piştgiriya xwe a bi xelkê xwe yê Mexmûrê re bernedin”.



