Berxwedana girtiyên siyasî 56 roj li pey xwe hiştin

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan hat destpêkirin, li 107 girtîgehan di roja 56’emîn ji aliyê koma 12’yemîn ve berdewam dibe.

Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî, li dijî tecrîda li Îmraliyê, bi pêşengtiya jinan di 18’ê Kanûna 2020’an de, çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin.

Çalakiya li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê li dar e û di roja 35’yemîn de ye.

Welatiyên li Qempa Lavrîo ya Yûnanistanê dimînin jî, bi heman armancê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.

Çalakiya bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê hat destpêkirin, di roja 18’emîn de dewam dike.

Back to top button