“Şam û Enqere pev re li ser têkbirina Rêveberiya Xweser kar dikin”

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn anî ziman ku hikûmeta Şam û Tirkiye bi armanca koçberkirina şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di nava lihevkirinekê de ne.

Mihemed Şahîn da xuyakirin ku, kêmkirina Tirkiyê bo rêjeya ava Firatê, her wiha girtina hikûmeta Şamê ya dergehên bazirganiyê li pêşiya herêmên Rêveberiya Xweser, hewldaneke plankirî ye û dixwazin şêniyan bidin koçkirin û projeya neteweya demokratîk tune bikin.

Şahîn bo rawestandina van polîtîkayan, bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku zextê li Şam û Enqereyê bikin.

Back to top button