QSD’ê êrîşa dewleta Tirk li gundekî Eyn Îsayê têk bir

Hêzên Sûriya Demokratîk(QSD`ê) êrîşeke çeteyan li ser gundê Seyda yê Eyn Îsayê têk bir û erebeyeke wan derbe kir.

li Eyn Îsayê jî heman çeteyan hemwextî topbaraneke dijwar li ser rêya M4 hewl da derbasî gundê Seyda yê li ser rêya M4 bibin lê belê Hêzên Sûriya Demokratîk êrîş têk bir û erebeyeke wan a leşkerî derbe kir.

Ji xwe hewldanên dagirkirina gundên Eyn Îsayê ji berî 5 mehan ve ji aliyê Tirkiyê ve tên dayîn, lê heta niha tu guhertin di nexşeya Eyn Îsayê de nehatiyn çêkirin.

Ji xwe Hêzên Rûsî û yên Hikûmeta Şamê li herdû deverên navborî ne û weke garnator baregehên xwe ava kirine, lê ne êrîş radiwestin û ne jî peymanên îmzekirî pêk tên.

Back to top button