Dagirkeriya Tirk gundên Şehba topbaran kirin

Dewleta Tirk a dagirker êriş û topbara li ser Şehbayê didomîne.
Îro car din dagirkeran gundên Şehba dan ber topan.

Tobarana îro li dijî gundên navçeyên şehba û efrînê pêk hatin.

Artêşa Tirk a dagirker gundê Bênê, Soxanekê, Aqîbê ya girêdayî navçeya Şêrewa,

Gundê Tinib û Tat Meraş ya navçeya Şera a herêma Efrînê,

Û gundê herêma Şehbayê Til Anab û derdora gundê Til Cîcan bi dijwarî topbaran kirin.

Li gundê Til Anab agir bi zeviyên hemwelatiyan ketiye.

Artêşa Tirk a dagirker nexweşxaneya Til Rifat topbaran kir

Back to top button