Şaneyeke DAIŞ’ê a 4 kesî li Dêrazorê hate girtin

Di encama operasyona Hêzên Ewlekariya Hundirîn de li Dêrazorê şaneyeke DAIŞ’ê hate girtin.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn şaneya ku ji 4 kesan pêk tê di 21`ê Mijdarê bi operasyoneke taybet hate girtin.

Hat ragihandin ev operasyon di çarçoveya operasyonên hêzên ewlekariyê yên li dijî şaneyên veşartî de, pêk hat.

Hat diyar kirin ,li Dêrazorê li gelek nuqteyên ku tevgera gel û hêzên leşkerî lê zêde ye, 5 mayîn hatine desteserkirin, her wiha gelek alavên teknîkê yên çeteyan di sûîqasetkirin û çandina mayînan de pêk dianîn, hatin desteserkirin.

Piştî ku lêpirsîn bi dawî bû, endamên şaneyê radestî aliyên peywendîdar hat kirin da ku li gorî qanûnan werin darizandin.

Back to top button