Misir..Di encamê oprasyona li Sîniyayê de 21 çete hatin kuştin

Çavdêriya Ewlekariyê ya Misrê ragihand ku, di encama operasyoneka Hêzên Misrî li Çolistana Sînayê de, 21 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.

Li gorî dezgehên ragihandinê, Hêzên Ewlekariyê operasyon li dijî du deverên çeteyan pêk anîne.

Heman çavkaniyê diyar kir ku, li mezriyekê li bakurê Sînayê piştî şerekî 14 çete hatine kuştin.

Her wiha di hindirê malekê de jî 7 çeteyên din hatine kuştin.

Back to top button