Bênavber balafirên nenas li ser Mexmûrê difirin

Liv û tevgera balafirên keşfê bênavber li ser wargeha penaberan a Mexmûrê dewam dike.

Ji danê sibehê ve balafirên keşfê li ser Mexmûrê difirin, bêyî ku bê zanîn ev balafir ên kîjan welatî ne.

Duh jî di heman saetan de balafir li ser wargehê difiriyan.

Herî dawî 15’ê Nîsanê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk li 3 jinên bêrîvan dabû û di encamê de her sê jinan jiyana xwe ji dest dabû.

Helîkopterên Tirkiyê herêma biradostê gulebaran kir

Li aliyekî din, helîkopterên dewleta Tirk a dagirker gundê Daylan û rêya Kewre yên herêma Biradostê, gulebaran kirin.

Di encamê de pira ku Deşta Hêrtê bi Xakurk û navçeya Soran ve girê dide, hat rûxandin û ziyaneke mezin gihaşt xwezaya herêmê.

Back to top button