NY Çeteyên Tirkiyê leşkerkirina zarokên sûrî tewanbar kir

NY çeteyên dewleta Tirk bi leşkerkirina 900 zarokên sûrî tewanbar kir û wekî sûcekî şer bi nav kir.Antonio Guterres piştrast kir ku li herêmên dagirkirî destdirêjiya li zarokê pir zêdeye û banga dûrxistina zarokan ji şeran kir.

NY çeteyên dewleta Tirk bi leşkerkirina 900 zarokî ji 1’ê Tîrmehê heta 31’ê Hezîrana 2020’an di şerê li Sûriyê de, tewanbar kir leşkerina zarokan wekî sûcekî şer bi nav kir.

NY di raporek xwe de dibêje, “dibe jimara zarokan ji vê bi gelekî zêdetir be, ji ber malbatên wan zarokan ditirsin biaxivin.”

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres roja çarşema borî rapora derbarê zarokan û şerê sûriyê pêşkêşî Konseya Ewlekariyê kir tê de jimara zarokên leşkerkirî destnîşan kir.

Di nava raporê de, binpêkirina li dijî mafên zarokan jê kuştin, êşkence, revandin, xerakirina endamên laş, leşkerkirina bi zorê ne.

Li gorî Antonio Guterres NY kuştina hezar û 557 zarokî piraniya wan li herêmên dagirkirî piştrast kiriye.

Di raporê de hat teqezkirin ku, hezar û 423 zaroka bûna leşker û hin ji wan hîna şer dikin û ev dane hat rêzkirin.

2018’an 274, 2019’an 837 û 2020’an 312 zarokî bûne leşker û ji sedî 73 li Bakurê Rojavayê Sûrî ne û ji sedî 26 jî li Bakur û Rojhilatê ne.

Sekretêrê Giştî yê NY destnîşan kir ku ev zarok bi pereyan dixapînin û wan bi darê zorê jî dikin leşker da wan bişînin eniyên şer û li ser rêbendên kontrolê.

Her wekî di ropara NY de îşaret pê hat kirin ku buyerên destdirêjiya li zarokên li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de zêde bûne.

Lewra di raporê de ji hemû aliyan xwest ku pabendî qanûnên navndewletî û mirovî bibin û ji bo başkirina rewşa zarokên Sûrî bi erka xwe rabin û wan ji şeran dûr bixin.

Back to top button