“Hikûmeta Başûr ji bo berjewendiyên xwe ti helwestê nîşan nade”-HAT NÛKIRIN

Endamê Partiya Şûî ya Kurdistanê Luqman Zindanî da xuyakirin ku partî û desthilata Başûr, ji bo parastina berjewendiyên xwe, ti helwestan li ser êrîşên Tirkiyê nîşan nadin.

Luqman Zindanî got ku êrîş ne tenê li ser PKK’ê ne, Tirkiye hewl dide tevahiya xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike.

Endama Komîteya Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Şeyda Marûf jî bang li rêxistinên civaka sivîl kir ku fişaran li hikûmeta herêmê bikin, da ku li dijî dagirkeriyê derkeve.

Şeyda Maruf: Tirkiye di aliyê çandî û aborî jî Başûr dagir dike

Endama Komîteya Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê Şeyda Maruf jî da zanîn ku dewleta Tirk ne tenê di warê leşkerî de Başûr dagir dike, di heman demê de di warê çandî û aborî de jî rojane Başûrê Kurdistanê dagir dike.

Şeyda Maruf bang li gel û rêxistinên civaka sivî kir ku zextan ser hikûmeta herêmê zêde bikin daku dijî dagirkeriyê helwestê nîşan bide.

Nivîskarê Misrî Îlhamî Melîcî: Li Iraqê tenê PKK dijî planên Tirkiyê şer dike

Derbarê êrîşên dewleta Tirk ku armanca wê dagirkirina xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê ye nivîskar û Rojnamevanê Misrî Îlhamî Melîcî ji Rojnews’ê re axivî.

lhamî Melîcî diyar kir ku seranserî Iraqê tenê gerîlayên PKK’ê hemberî planên Tirkiyê ku dixwaze jinûve xelafeta Osmanî zindî bike şer dikin.

Nivîskar û Rojnamevanê Misrî Îlhamî Melîcî daxwaz ji welatên Erebî kir ku dijî dagirkeriya Tirk helwestek cidî nîşan bidin.

Nêzî 2 hezar kes tevlî pêngava rewşenbîrên cîhanê ya dijî dagirkeriyê bûne

17’ê gulana 2021’an dijî dagirkeriya dewleta Tirk 110 siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend, rojnamevan, akademisyen, çalakvanên mafên mirovan û dostên gelê Kurd name ji Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ereban, Yekîtiya Ewropa, DYA, Serokomarê Iraqê, serokên Parlamento û Hikûmeta Iraqê, Serokê Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Başûr re şandin.

Piştigiriya ji bo rewşenbîran roj bi roj zêde dibe.

Heya niha jî nêzî 2 hezar kes îmzeya xwe li binê nameyê danîne.

Back to top button